Iraq wê di du mehên bê de 3 milyar dolar werbigire
PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Temîm ragihand ku welatê wî çaverê dike di du mehên bê de birşek dollarên naqtî bi nirxê 3 milyar dolaran werbigire, ku barê yekem roja pêncşemê gihîştiye û barê duyem jî roja sêşemê digihîje.
Temîm diyar kir ku ev pêngav piştî zêdebûna baweriya hikûmeta DYAyê bi saziyên darayî yên Iraqê hate avêtin û pêşbînî kir ku ev zêdebûna nirxê dollar encam bide ku nirxê dollar li bazara reş dakeve û nêzîkî nirxê fermî bibe.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Temîm destnîşan kir ku nîqaşên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser budceyê berdewam in û li gorî serjêmeriya dawî wê Herêm ji sedî 12.7 hatiye diyarkirin.
Wî tekez kir ku ti bêtifaqî an derengketin di daxistina mûçeyên karmendan de çênabe hetta di rewşa girtina Tengava Hurmuzê de jî û ragihand ku mûçeyên tevahiya sala 2027an hatine misogerkirin.