TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraqê bersiva fikarên Wezareta Pêşmerge ya parastina asmanî da

Admin H
Nivîskar
📅 28 îlon 2026 19:58

PeyamaKurd - Berdevkê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Seid Mein daxuyaniyek da û diyar kir ku hikûmeta Îraqê êdî bi temamî bûye xwediyê biryara dawî di destnîşankirina xwezaya hebûna leşkerî û ewlehiyê ya hêzên biyanî de.

Li ser nîgeraniyên Wezareta Pêşmerge ya parastina asmanî ji êrîşan Mein diyar kir ku tevahiya erk û operasyonên asmanî li ser asmanê Îraqê bi serbixwe, bêyî ku bi Hevpeymaniya Navdewletî ve werin girêdan, tên meşandin.

Mein anî ziman ku piştî radestkirina bingeha sereke ya li Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û lihevkirina bi Tirkiyeyê re ya ji bo vekişîna ji bingeha Başîkê ya Nînowayê, destê Îraqê di warê ewlehiyê de bihêztir bûye.

Her wiha Seid Mein bal kişand ser wê yekê ku Bexda girîngiyê dide hevkariyên navdewletî yên ku li ser esasê rêzgirtina dualî û parastina serweriya welat hatine avakirin.

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanî di demekê de tê ku Wezareta Pêşmerge jî nîgeraniya xwe li ser valahiya ewlehiyê ya piştî vekişînê anîbû ziman û xwestibû ku parastina asmanî ji aliyê hikûmeta federal ve bê misogerkirin.

Parve bike: