Cîhan
Iraqê gestên asmanî yên ber bi Tirkiyê ve rawestand
PeyamaKurd - Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku geştên asmanî yên Iraqê bo welatê Tirkiyê heta destpêka meha Cotmehê hatine rawestandin.
Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Iraqê bêyî ku sedema vê biryarê eşkere bike, ragihand ku rawestandina geştên asmanî yên Iraqê bo Tirkiyê heta 1ê Cotmeha 2020an berdewam dike.