Iraqê ji ber aloziyên herêmî qada xwe ya hewayî 72 saetên din girt
PeyamaKurd - Desteya Hewayî ya Sivîl a Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber kûrbûna aloziyên di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, qada hewayî ya Iraqê ji bo hemû firînên sivîl û bazirganî 72 saetên din dê girtî bimîne.
Ev biryar wekî tedbîrekî ewlehiyê ya lezgîn tê şirovekirin da ku rê li ber her cure metirsiya li ser firînên navneteweyî bê girtin. Li gorî rojanekirina herî dawî, girtina qada hewayî heta roja Çarşemê, saet 12:00, hatiye dirêjkirin.
Desteyê da zanîn ku ew rewşa ewlehiyê ya li herêmê bi awayekî zindî û 24 saetan dişopînin. Daneyên teknîkî û dîplomatîk bi berdewamî tên analîzkirin û li gorî her pêşketineke nû, dê biryarên pêwîst bên dayîn.
Hemû şirketên hewayî yên navneteweyî û aliyên peywendîdar hatine agahdarkirin ku divê xetên xwe yên firînê li gorî vê rewşa awarte ji nû ve bi rêxistin bikin.