TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraqê li ser birîna avê gef li Îranê xwar!

Admin H
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2021 15:53

PeyamaKurd – Iraqê li ser girtina avê  gefê li Îranê xwar ku ew dê serî li dezgehên navdewletî bidin, ji bo mafên xwe yên avê werbigirin.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Iraqê Mehdî Reşîd li parêzgeha Diyala di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Emê li serî li dezgehên navdewletî bidin ji bo mafên xwe yên avê ji Îranê bistînin, eger Îran bi girtina çavkaniyên avê berdewam be û peymanên navdewletî cibicî neke.”

Mehdî Reşîd got: “Aliyê Îranî ti hevahengiyê bi me re nake û hîn bi girtina ava çemên Sîrwan, Karon, Kerxe û Wend, ziyanên mezin gihandiye xelk parêzgeha Diyala ku ji bo dabçnkirina avê, bi awayekî sereke pişta xwe bi çemên ji Îranê ve tên girê dide.”

Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Iraqê da zanîn, Îranê ti amadehiyek ji bo civîn û çareserkirina pirsgirêka avê nîşan nedaye.

Parve bike: