TR KU SO
FB X
Cîhan

ISÎDê li Kabîlê êrîs kir: Gelek kustî û birîndar hene!

Admin V
Nivîskar
📅 22 nîsan 2018 16:26

PeyamaKurd- Li paytextê Afganîstanê li Kabîlê li herêma Kale-î Nazir li nêzîkî navenda hilbijartinê IŞÎDê êrîşeke xwekuştinî kir. Di encama êrîşê de 31 kes hatin kuştin û 54 jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundir ya Afganîstanê di derabrê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku êrîşkarê IŞÎDê li nava koma kesên ku hatibûn qeyda xwe li navenda hilbijartinê bikin de bombeyên li ser xwe teqandine.

Berdevkê Wezareta Tendurustiyê Wahid Mecruh ragihand ku di encama teqînê de 31 kes hatin kuştin û 54 jî birîndar hene.

IŞÎDê bi rêya Ajansa Nûçeyan ya Amakê, ev êrîş girte ser xwe.

Parve bike: