TR KU SO
FB X
Cîhan

ISÎDê li Nînowayê êrîs kir: 3 kes hatin kustin!

Admin V
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2018 16:44

PeyamaKurd- Çekdarên rêxistina terorîst a bi navê IŞÎDê îro êrîşek bire ser bajarê Nînowayê. Di encama êrîşê de 3 kes hatin kuştin.

Çekdarên IŞÎDê îro li Başûrê Mûsilê li gundê Esedî yê navçeya Hezerê êrîşî gundiyan kirin. Li gorî çapemeniya Iraqê, di encama êrîşê de 3 gundî hatin kuştin.

Heta niha di derbarê bûyerê de tu daxuyaniyên fermîn nehatine kirin.

Parve bike: