TR KU SO
FB X
Cîhan

Îspanyayê hêzeke leskerî sand Iraqê

Admin H
Nivîskar
📅 29 sibat 2020 00:39

PeyamaKurd - Artêşa Îspanyayê hêzeke nû  ya leşkerî şand serbazgeha Besmaye ya Iraqê.

Li ser hesabê twitterê yê artêşa Îspanyayê hat ragihandin, “Yekîneyeke nû ya zemînî amade ye ji bo belavkirin û cîgirbûnê li Iraqê.”

Herwiha artêşa Îpanyayê da xuyakirin, ku ew dê pabend bin bi aştî û seqamgiriya li Iraqê, bi rêya hevpeymaniya navdewletî.

Hat diyarkirin ku mebesta şanda wê hêzê rahênana hêzên emnî û hevkariya Iraqê ya di şerê li dijî DAIŞê de ye. Heta niha li Iraqê 550 leşkerên îspanî hatine bicihkirin.

Tevî parlamena Iraqê piştî kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis ji aliyê Amerîkayê ve, bêyî tevlîbûna Kurdan û sûniyan biryara derxistina hêzên biyanî daye, hê jî hêzên welatên hevpeymaniya navdewletî erkên xwe berdewam dikin.

Parve bike: