TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: Agirbesta Lubnanê, Iraq û Yemenê li xwe nagire

Admin H
Nivîskar
📅 28 mijdar 2024 20:31

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich ragihand ku agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbulahê de, Iraq û Yemenê li xwe nagire û got, heta niha jî ji Iraq û Yemenê ji bo alîkariya Hemasê tevger heye, ji bo wê jî agirbest ligel wan nîne.

Wezîr Bezalel Smotrich ji Radyoya Îsraîlê re gotiye: “Ew tevgera milîsan a li Iraq û Yemenê ji bo alîkariya Hemasê berdewam dike, ji bo wê jî ti agirbestek li gel wan nehatiye kirin.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya sûdanî ku niha li Îspanyayê ye, li hember gefxwarina Îsraîlê ya ser Iraqê daxwaza piştevaniya navnetewî dike.

Li gor çavkaniyên hikûmeta Iraqê, di serdana xwe de Sûdanî vê mijarê ligel Yekîtiya Ewropa gotûbêj dike, da ku rêgirîyê li êrîşên Îsraîlê yên li ser Iraqê bike.

Parve bike: