Îsraîl: Amerîkayê, peymaneke xirab çêkir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid, li ser gefên nukleera Îranê daxuyanî da û diyar kir ku rayedarên Washingtonê, girîngiyê bi fikarên wan ên li ser vê yekê didin.
Yair Lapid, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ew ê Serokê Îstîxbarata Derve ya Mossadê David Barnea, ji bo hevdîtinên li ser xetereya peymana nukleerî, biçe Washingtonê û ligel rayedaran biaxive.
Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniyê de got,
“Ez, salên borî tînim bîra we. Di sala 2015an de pevçûnên Îsraîlê yên bi Amerîkayê re û di van pevçûnan de biryardariya ku hatibû dayîn, binketinek bû. Amerîkayiyan, dest ji guhdarîkirina me berdabû. Têkiliyên me zerar dîtibûn. Ew jî çûn û peymaneke xirab destnîşan kir.
Polîtîkaya rast, polîtîkaya me ya sala borî ye ku em bi rê ve dibin. Ev polîtîka, li ser dewamkirina pêkutiyeke ku rê li ber şikestinan veneke, îstîxbarateke bi ewle pêşkêş bike û bi Amerîkayê re bêyî ku têkiliyên taybet xirab bike, bibe parçeyeke pêvajoyê. Her wiha em bi hevparên din re jî axivîn û daxwazên ku divê Îran bike, me pêşkêş kirin.”