TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl bo Îranê axifî

Admin M
Nivîskar
📅 18 sibat 2018 22:07

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû li Munihê di konferansê de axifî. Netenyahû got ku Îran di dinyayê de tehdîda herî mezine.

Netenyahû dema axifî, perçeyek ji drona Îraniyan ku xistibûn, di destê xwe de nîşan da û got: “Ji Tehranê re peyameka min heye. Me test nekin.”

Netenyahû ji bo Îranê got ku di dinyayê de tehdîda herî mezine. Netenyahû weha dewam kir: “Îsraîl îznê nade ku Îran xeteka terorê ya tehdîdê li ber wan deyne. Eger pêwist be em ê ne tenê li hemberê wekîlên wan lê hemberê Îranê jî bikevin nava tevgerê.”

Parve bike: