Cîhan
Îsraîl deriyê Refahê car din vekir
PeyamaKurd – Sê hefteye ku Îsraîl deriyê Refahê girtiye. Îsraîl derî car din vekir û hişt ku birîndarên Fîlîstînê ji bo dermankirinê herin Misrê.
Deriyê Refahê ew deriye ku di navbera Şerîda Xezzayê û Misrê de ye. Derî ji bo her dû aliyan an ku ji bo çûn û hatinê vekir.
Heyva Sor ya Fîlîstînê ragihand ku 8 birîndarên Fîlîstînê yên ku ji aliyê Îsraîlê de hatin birîndarkirin, bi malbatên xwe ve bi temamî 17 kes ji bo dermankirinê dê derbasî aliyê Misrê bibin. Ji bo kesên herin Misrê, li aliyê Misrê gelek ambûlans hazir disekinin.
Nexweşên Fîlîstînê yên ku li Misrê dihatin dermankirin jî, dê dagerin Xezzayê.
Deriyê Refahê di 28ê Sibatê de bi sedema destpêkirina şer Îsraîlê girtibû.