TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: "Em ê li temamê grûb û lîderên reftarên Îranê bixin"

Admin M
Nivîskar
📅 02 adar 2026 22:30

PeyamaNews - PeyamaKurd – Serokerkanê artêşa Îsraîlê Eyal Zamir ragihand ku wê bergeha operasyonên leşkerî yên ser Îranê fireh bikin û li seranserê Rojahilata Navîn temamê ‘grûb û lîderên grûban yên terefdarên Îranê yên terorîst’  din av hedefa Îsraîlê de ne.

Eyal Zamir, ragihandina xwe îro kir û got ku dê êrîş bi Îranê tenê sînordar nemînin. Zamir, bi êrîşên ser Îranê re behsa cepha Lubnanê jî kir û got:

“Em ê vê tevgerê tenê bi êrîşa ser Îranê neqedînin. Em ê derbekî li Hîzbûllahê bixin ku wê derbekî hejîner û herifîner be û bandora Hîzbûllahê ji ortê rakin. Stratejiya bergiriya Îsraîlê li gora seranserê Rojhilata Navîn hatiye guncawkirin.”

Zamir, li ser welatên cîran û grûbên çekdar axaftina xwe weha dewam dide:

“Peyama me li Rojhilata Navîn olan dide. Grûbên terorîst û lîderên ku dixwazin zerarê bidin me, ew li ku derê bin em ê li wan bixin. Me berê jî vêya nîşan daye û em ê nîşandanê dewam bikin.”

Daxwuyaniya Zamir ket pey êrîşa doyî ya ku Hîzbûllahê bo Îranê destek bike, bi roketan li Îsraîlê xist. Îsraîl li dilê Beyrûdê xist û bersiva Hîzbûllahê da. Di operasyona ser Hîzbûllahê de, serokê îstîxbarata Hîzbûllahê Hasan Maqlad kuşt.

Îsraîl û DYA di êrîşa 28ê Sibatê de li Tehranê 48 lîderên siyasî û leşkerî yên Îranê kuştin ku di nav wan de serokê dînî yê Îranê Ayetullah Hamaney, wezîrê bergiriyê û serokerkanê Îranê jî hebû.

Parve bike: