TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl êrîsê Xan Yûnisê kir: 10 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 10 tebax 2024 00:02

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê êrîşê bajarê Xan Yûnisê kir û li devera El-Mewasî 10 kesan kuşt ku ji wan 2 kes zarokin. Di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn. Îsraîlê devera navborî weke devera “bi ewle” navandibû.

Li aliyê dinê, li rojhilatê Xan Yûnisê balafirên Îsraîlê xaniyê aîdê malbata Muammer kir hedef û di êrîşê de 4 kes mirin. Jimara birîndaran jî hêj diyar nîne.

Niha artêşa îsraîlê hêdî hêdî taxên bajarê Xan Yûnisê tehliye dike. Berê jî 4 taxên bajêr tehliye kiribû.

Parve bike: