Cîhan
Îsrail: Fermandarê Hêzên Ridwan yê Hîzbûllahê Malik Balut hat kuştin
PeyamaKurd – Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya ser Beyrûdê de, fermandarê Hêzên Ridwan yê Hîzbûllahê Malik Balut hatiye kuştin.
Kanala televizyona Îsraîlê Kanal 14 xeberê belav kir ku kanal nêzî hukumeta Îsraîlê ye. Kanalê got ku di êrîşa artêşa Îsraîlê de Balut hatiye kuştin.
Televizyona dewleta Îsraîlê ya bi navê KANê jî xeberê belav kir û tê de got ku li devera Dahiye, bi hevkariya DYA û Îsraîlê êrîş hatiye kirin.
Wezîrê bergiriya Îsraîlê Yisrael Katz, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihandibû ku êrîş bi fermana wî û Netenyahu çêbûye û cara yekeme ku piştî agirbesê êrîşê dibin ser Beyrûdê. Hedef jî fermandarê hêzên Ridwan yê Hîzbullahê bûye.