Cîhan
Îsraîl girtina dîmenên eskerên xwe dê wek sûc qebûl bike
PeyamaKurd - Li Îsraîlê pêşnûmayeke ku girtina dîmen û vîdeoyên eskerên Îsraîlê wekî sûc qebûl dike ji bo parlamentoyê hat pêşniyarkirin.
Li gor nuçeya rojnameya Hayomê ku li Îsraîlê weşanê dike, serokê grûba Yisrael Beyteynu Robert Ilatov pêşnûmayeke ku vîdeokişandina eskerên Îsraîlê wek sûc qebûl dike pêşniyarê parlementoyê kir. Tê gotin ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman jî piştgiriya vê pêşnûmayê dike.
Li gor pêşnûmaya ku hatiye pêşniyarkirin, dema li ser kar vîdeo an jî dîmenên eskerên Îsraîlê bê girtin, ew kesên ku dîmen girtine wê bi 5 salan cezayê hepsê bên cezakirin. Lê eger ku niyeta wî kesê zerardayina dewleta îsraîlê be wê heta 10 salan ceza bixwe.