Cîhan
Îsraîl Hamasê tehdîd kir
PeyamaKurd - Di 30 yê adarê Fîlîstînî dest bi “meşa mezin ya vegerê” kiribûn û niha Îsraîlî dibêjin eger dev ji xwepêşandanan bernedin, wê li baregehên Hamasê bixin.
Li ser îhtîmala Fîlîstînî ji sînor derbas bibin, wan fişekên rastî bikaranîne. Rojnama Haaretzê ragihand ku heya niha 31 kes hatine kuştin û eger Hamas dev ji meşa xwe bernede, wê Îsraîl li şerîda Xezzayê ya ku baregehên Hamasê lê ne, bi êrîşên hewayî li wan bixe.
Îsraîl radigihîndibû ku Hamas xelkê belengaz dide pêş û mezinên Hamasê xwe vedişêrin.