TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl, leskerên xwe yên derve tîne ser sînorê Xezayê

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2023 18:30

PeyamaKurd- Di daxuyaniya ku duh bi şev ji aliyê Hêza Asîmanî ya Îsraîlê ve hat dayîn de hat gotin ku Îsraîl bi sedan leşkerên IDF yên ku li derveyî welêt bûn ji bo beşdarî Şerê Şûrên Hesinî bibin, vegerandin.

Li gorî daxuyaniyê, Fermandarên Hêza Asîmanî ya Îsraîlê di daxuyaniyê de got ku

“Balafirên veguhêz ên Hêzên Asîmanî yên Îsraîlê Karnaf û Şîmşon ji bo beşdarî Şerê Şûrên Hesinî bibin, di çarçoveya xebatên Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) de li derve ne. Ji bo berdewamiya şer hêzên zêde kom bikin. Bi sedan şervanên IDFê, vegeriyan Îsraîlê.”

Parve bike: