TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: Me 50 xalên Hizbullahê yên li Sûriyeyê kirine armanc

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 05 sibat 2024 04:41

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7ê Cotmeha sala borî ku şerê Xezzeyê destpê kiribû vir ve, hêzên wan li Sûriyeyê ji 50yî bêtir xalên tevgera Hizbullaha Lubnanê ku rejîma Îranê piştgirîya wê dike, kirine armanc.

Berdevkê Hêzên Parastinê yên Artêşa Îsraîlê Gişamîral Danîel Hagarî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew li ser hewldanên têkbirina êrîşên Hizbullahê yên ku ji bo piştgiriya Hamasê li dijî Îsraîlê dabû destpêkirin radiwestin û got: "Em ê li her derê ku Hizbullah li wê derê ye bin. Li Rojhilata Navîn li kîjan derê pêwîst be em ê bikevin nava tevgerê."

Ev daxuyanî yekem daxuyaniya fermî ya Îsraîlê ku di derbarê êrîşên li Sûriyeyê de hatiye dayîn e, lewre Îsraîlê, li gel ku bi sedan êrîş biriye ser Sûriyeyê lê belê ti caran di derbarê van êrîşên xwe de daxuyaniyeke fermî nedabû.

Hagarî ragihand ku hêzên Îsraîlê, di nav de 120 xalên çavdêriya sînor, 40 veşartgehên mûşek û çekên din û zêdetirî 40 navendên fermandariyê, heta niha 340 armancên Hizbullaha Lubnanê kirine armanc û got: "Di van êrîşan de hejmara kuştiyên dijmin ji 200î zêdetir in."

Berdevkê Hêzên Parastinê Danîel Hagarî her wiha da zanîn ku ji bo amadebûna li diji êrîşên Hizbullahê, yekîneyên artêşa Îsraîlê li sînorê Lubnanê hatine bicihkirin.

Parve bike: