Cîhan
Îsraîl: Me cîgirê muhtemel yê Nasrallah, Hasim Safiyuddîn kust!
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê îdia kir ku Serokê Meclisa Rêveber a Hîzbullahê Haşim Safiyuddîn ku wek cîgirê muhtemel yê Hesen Nasrallah dihat nîşandan, di êrîşa ku 3 hefte berê hat kirin da hat kuştin.
Berdevkê Artêşê Danîel Hegarî di daxuyaniya xwe de îdia kir ku Safiyuddîn di êrîşa 4ê Cotmehê ya li dijî Taxa Dahiye ya li başûrê Beyrûtê de jiyana xwe ji dest daye.
Hêj Hîzbullahê derbarê îdiaya artêşa Îsraîlê de ti daxuyanî nedaye.