TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: Me fermandarê Hêzên Deryayî yên Pasdaran Elî Riza Tengisîrî kuşt

Admin İ
Edîtor
📅 26 adar 2026 12:59

PeyamaKurd - Medyaya Îsraîlê ragihand ku fermandarê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC), Amirall Elî Riza Tengisîrî, di encama operasyoneke taybet de li bajarê Bendera Ebasê hatiye kuştin. Ev rûdan wekî derbeyeke mezin li ser stratejiya deryayî ya Îranê li Kendavê tê nirxandin.

Operasyona li Bendera Ebasê

Li gorî nûçeya Kanala 12ê yq Îsraîlê, Tengisîrî li bajarê benderî yê Bender Ebasê ku navenda sereke ya Hêzên Deryayî yên Pasdaran e, hatiye hedefgirtin. Her çend heta niha derbarê hûrgiliyên leşkerî yên operasyonê de agahiyên zelal nehatibin parvekirin jî, hat destnîşankirin ku rayedarên Tehranê hîn bi awayekî fermî nûçeya mirina wî piştrast nekirine.

Mîmarê gefên li Tengava Hurmizê 

Elî Riza Tengisîrî ji sala 2018an ve fermandariya Hêzên Deryayî yên Pasdaran dikir. Ew bi taybetî bi daxuyaniyên xwe yên tund ên derbarê “girtina Tengava Hurmizê” û şerê asîmetrîk ê li dijî Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dihat naskirin. Tengisîrî wekî kesayetê sereke yê li pişt taktîka “qeyikên bilez” dihat dîtin, ku Îranê ji bo tacîzkirina keştiyên bazirganî û şer bi kar dianî.

Valahiyeke stratejîk a mezin 

Pisporên leşkerî destnîşan dikin ku eger kuştina Tengisîrî rast be, ev yek dê bibe sedema valahiyeke giran di sîstema fermandariya deryayî ya Îranê de. Bendera Ebasê ji bo aborî û parastina Îranê xaleke jiyanî ye; ji ber vê yekê hedefgirtina fermandarê herî bilind li navenda wî ya herî ewle, nîşaneya kûrahiya îstîxbarata Îsraîlê ye.

Rêzekuştinên serkirdeyan

Kuştina Tengisîrî piştî hedefgirtina Elî Larîcanî, Îsmaîl Xetîb û serkirdeyên din ên Îranî tê, ku di nava sê hefteyên dawî de hatine kuştin. Ev pêla operasyonan nîşan dide ku eniya Amerîka-Îsraîlê bi biryar e ku binesaziya leşkerî û hiyerarşiya desthilatdariyê ya Îranê bi temamî biherifîne.

Çav li Tehranê ne ka dê bi çi awayî bersiva vê derbeya deryayî bide û gelo dê gefên Tengisîrî yên li ser Tengava Hurmizê werin cîbicîkirin yan na.

Parve bike: