Cîhan
Îsraîl: “Me li hedefên Îranê yên li Sûriyê xist”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû li ser êrîşên bo ser hedefên Îranê yên ku li Sûriyê ne kir û got:
“ Vê sibê hêzên me yên hewayî êrîş birin ser Hêza Qudsê ya Îranê (Feyleq El-Quds) û beşên artêşa Sûriyê yên girîng. Ev siyaset bi salaye ku ez pêşvaniya wê dikim û gelek zelal e.”
Netenyahû got ku wê îznê nedin da Îran li Sûriyê reha xwe ya leşkerî berde û kok bide. Netenyahû weha got:
“Em ê îznê nedin ku Îran li Sûriyê li hemberê me xwe bicîh bike. Em musameheya Îranê nakin ku ji axa Sûriyê hewla êrîşa ser me bike. Her kî êrîşê ser me bike an hewla êrîşa ser me bike, wê encama wê jî bide ber çavê xwe.”