TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl û Lubnan ji bo bicihanîna peymanê gotûbêj dikin

Admin H
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2026 17:08

PeyamaKurd - Rayedarên Lubnan û Îsraîlê îro li Romayê, di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, ji bo gotûbêjkirina mekanîzmaya pêkanîna peymana çarçoveyî ya li ser başûrê Lubnanê, dest bi hevdîtinan kir.

Hevdîtinên ku li Balyozxaneya DYA`yê li Romayê tên lidarxistin, dê 2 rojan dewam bikin. Her du alî wê li ser mekanîzmayên bicihkirina peymana ku di 26’ê Hezîranê de hatiye pêkanîn, gotûbêj bikin.

Şandeya Lubnanê hêvî dike ku bigihîje bernameyek ji bo vekişîna gav bi gav a Îsraîlê ji başûrê Lubnanê.

Îsraîl jî dibêje ku ew ê hêzên xwe li herêmê bihêle heya ku çek di destê Hizbullahê de heye. Di heman demê de Hizbullah peyman û hewldanên ji bo bêçekkirina wê red dike.

Parve bike: