Îsraîl û Polonya lihevkirin ku serkonsulan ji nûh de bisînin
PeyamaKurd – Di hezîrana sala borî de di navbera Polonya û Îsraîlê de pirsgirêk peyda bûbûn û her dû dewletan serkonsulên xwe ji welatan vekişandibûn. Li gor ragihandina serokomariya Îsraîlê ku bi nivîskî ragihand, serokkomarê Îsrîlê Isaac Herzog, bi hemkarê xwe yê Polonya bi Andrzej Duda re axifiye û li ser têkiliyên duqolî rawestiyane.
Her dû serok qebûl kirine ku têkiliyên xwe bînin ser asta kevin ya berê û pirsgirêkên xwe di rêya rêzgirtin û diyalogê de çareser bikin. Wê her dû dewlet di nêzde serkonsulên xwe tayîn bikin û bişînin her dû welatan.
Li Polonyayê di dema şerê dinyayê yê duyem de qanûn derxistibûn û dest danîbûn ser mal û mulkên Yahûdiyan. Di meha hezîrana borî de car din Polonya qanûn derxist û bi zahmet kir ku Yahûdî nikaribin malê xwe ji Polonyayê bistînin. Li ser derxistina qanûn navbera Îsraîl û Polonya xerab bûbû.