TR KU SO
FB X
Cîhan

Israîl û Rûsya derheqê Sûriye de peyivîn

PeyamaKurd
Edîtor
📅 11 sibat 2018 13:43

Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re bi rêya telefonê axivîn. Herdû lîderan pevvûnên hewayî yên duhî yên di navbera Sûriye û Israîlê de guftigo kir.

Ji aliyê Ofîsa ragihandina Kremlînê ve hat ragihandin ku  di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu bi rêya telefone  bi hev re peyivîne. Di vê hevdîtinê de ‘rewşa êrîşên hêzên hewayî yên Îsraîlê li dijî Sûriyeyê'hate gotûbêjkirin.Aliyê rûsî banga sikûnetê kir û eşkere kir ku dive hemû alî ji gavên bo herêmê bi talûkê bi dûr bisekinin da ku rakêşiya li vê herêmê zêdetir nebe.”

 

Parve bike: