TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl: Yên ku li Sûriye û Lubnanê êrîsî milîsên Îranî dikin em in

Admin H
Nivîskar
📅 08 hezîran 2020 21:29

PeyamaKurd - Fermandarê payebilindê Îsraîlê ragihand ku bombebaranên li herdu welatên erebî ango Sûriye û Lubnanên ji aliyê balafirên wan ên şer ve hatine kirin.

Fermandarê Hêza Asmanî ya Îsraîlê Amîkam Norkin ji rojnamevanan re ragihand, bombebaran ji aliyê balifirên şer ên welatê wan ve pêk hatiye û li hember hêz û berjewendiyên Îranê bûne.

Amîkam Norkin got, di çend mehên borî de wek tolhildana êrîşa moşekî bo ser axa Îsraîlê, balafirên şer ên Îsraîlê gelek caran binkeyên hêz û milîsên nêzîkî Îranê yên li Lubnan û Sûriyê kirine armanc.

Parve bike: