Cîhan
Îsraîlê 150 Filîstîniyên 6 meh berê girtibûn berdan
PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê 150 filîstîniyên ku 27ê Cotmeha 2023yan dema destpêkirina şerê Hemasê li Xezzeyê girtibûn, serbest berdan.
Hate ragihandin ku tehlîyekirina filîstîyan li deriyê sînorî yê Kerem Ebû Salîm (Şalom) pêk hatiye û di nav kesên hatine berdan de, 2 xebatkarên Heyva Sor a Filîstînê jî hene ku 50 roj berê hatibûn desteserkirin.
Di nav du kesên hatine berdan de du 7 kesên birîndar jî bo nexweşxaneya Ebu Yusuf Neccar a bajarê Refah ê Xezzeyê hatin veguhestin.