TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê baregehên lêskerî ên girêdayî Huzib El-Alah a Lubnanî bombebaran kir

Admin L
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2021 14:03

PeyamaKurd - Îsraîlê li rojavayê Humisê baregehên ên girêdayî Huzib El-Alah a Lubnanî ne, bombebaran kir.

Li gor Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirova li ser mijarê diyar kir, şeva derbasbûyî Artêşa Israîlê baregehên leşkerî li herêma balafirgeha El-Deba a leşkerî û El-Qisêr ên rojavayî parêzgeha Humsê bombebaran kir.

Çavdêriyê destnîşan kir, baregehên hatin bombebarankirin, depoyên çek û cebilxaneyan ên girêdayî Huzib El-Alah a Lubnanê ku li ser xaka Sûriyê vekirine ne.

Herwiha hat eşkerekirin, di encama bomebaranê de ji bilî ziyanên madî ya mezin, kuştî birîndar jî çêbûne. Lê derbarê hejmarê de tu agahî nehate dayîn.

Parve bike: