Cîhan
Îsraîlê bi dijwarî Beyrût bombebaran kir
PeyamaKurd – Arteşa İsraile bi şev bi dijwari êrîşên esmani li ser Dahiye ya li başûrê Beyrûta paytexte Lubnanê kirin.
Li gorî nûçeya NNA ya Lubnanê, balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî herêmên Gubeyrî, Kefaat, Rêya Seyîd Hadî, Mucteba, rêya balafirgeha kevin, Tehwîta El-Gadir, Ruweys, Harîk û Mûraycîh ên Dahiyayê kirin.
Di encama êrîşan de şewat derket û bi dehan avahî wêran bûn û wêraniyeke mezin li navçeyên hedef girtin.
Têkildarî kuştî û birîndarên di êrîşên hewayî yên dijwar de agahî nehatin bidestxistin.