TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê bi mosekan êrîsî balafira Îranê kir!

Admin V
Nivîskar
📅 26 hezîran 2018 15:21

PeyamaKurd- Li ser tixûbê Sûriyê, gelek caran hêzên Îranî û Îsraîlê êrîşî hevdû dikin. Vê carê jî ji aliyê Îsraîlê ve li dijî Îranê êrîşek pêk hat.

Li gorî agahiyan balafirên Îranê yên neqliyê li Balafirgeha Şamê barê xwe vala dikirin. Di vê demê de hêzên Îsraîlê yên hewayî balafira Îranê hedef girtin. Hat ragihandin ku pergala parastina hewayî moşekên Îsraîlê li hewa îmha kirine. Lê belê li derdora Şamê dengê teqînan hatiye.

Îsraîlê meha bûrî jî gelek caran li dijî hêzên Îranî yên li Sûriyê, êrîş pêk anîbûn. Îsraîlê ragihandibû ku ev êrîş li dijî hebûna hêzên Îranî yên li Sûriyê ne.

Parve bike: