Cîhan
Îsraîlê biryar da: Konsolos û balyozê nû nasîne Tirkiyê
PeyamaKurd - Dewleta Îsraîlê asta nûnertiya xwe ya dîplomatîk a bi Tirkiyê re kêm kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îsraîlê Amnon Nahshon daxuyakirin ku dê hikûmeta Îsraîlê balyozekî nû bo Tirkiyê tayîn neke.
Amnon bi bîr xist ku bi qasî 6 meh berê bi hinceta bûyerên li Xezeyê rayedarên tirk balyozê wan Eitan Nehia dersînor kiriye û wan jî biryar wergirtiye kesekî din li şûna wî destnîşan nekin.
Berdevkê wezaretê herwiha da zanîn ku ji bo Stenbolê jî ew konsolosekî nû tayîn nakin.