Cîhan
Îsraîlê, êrîsî Samê kir: Kustî hene!
PeyamaKurd- Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Suriyeyê SANAyê, di encama êrîşên moşekî yên Îsraîlê yên li ser paytexta Suriyeyê Şamê de 4 leşkerên Suriyeyê hatin kuştin.
Li gorî hat ragihandin, artêşa Îsraîlê şeva borî saet derdora 02:00yan de ji aliyê Girên Golana Suriyeyê ve ku dagir kiribû, êrîşî ser paytexta Suriyeyê Şamê kir.
Hat diyarkirin ki di encama êrîşê de 4 leşkerên Suriyeyê jiyana xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn û di êrîşê de ziyanên madî jî derketin.
Jêderekî leşkerî jî ji bo World Newsê piştrast kir ku êrîşan bi taybetî çend xal li derdora Şamê kir armanc û pergalên berevaniya asîmanî yên Suriyeyê çalakiyek kir.