Îsraîlê êrîsî Sûriyê kir: 9 kes hatin kustin!
PeyamaKurd- Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ragihand ku Îsraîlê li Sûriyê êrîş biriye ser baregeheke Sûriyê ya leşkerî. Di encama êrîşê de 9 leşkerên Sûriyê hatine kuştin.
Pisporan ragihandin ku kêm caran Îsraîl ev qasî zêde bi nava Sûriyê de çûye û êrîş pêk anîne.
ÇMMSê ragihand ku balafirên şêrr yên Îsraîlê, li nêzîkî bajarê Helebê êrîşeke hewayî li dijî hêzên Rejîma Sûriyê pêk aniye û di encamê de 9 leşker hatine kuştin.
Çapemeniya Sûriyê jî ragihand ku balafirên şêrr yên Îsraîlê li nêzîkî balafirgehê çeperên leşkerî hedef girtine û gelek balafirên şêrr beşdarî êrîşê bûne.
Çapemeniya nêzîkî Rejîma Sûriyê îdda kir ku Îsraîl bi van êrîşên xwe dixwaze alîkariya terorîstên li Dera û Kuneytrayê bike.
Hat ragihandin ku di çeperên hedef hatin girtin de leşkerên Îranê hebûn.
Heta niha di derbarê bûyerê de ji aliyê Îsraîlê ve, ti daxuyanî nehatine dayîn. Îsraîl di van sê mehên dawî de li Sûriyê li bajarên Humûs, Kuneytra, Dera û Şamê êrîşan pêk tîne.