Îsraîlê êrîşî Sûriyeyê kir
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê êrîşek li ser parêzgeha Quneytra li başûrê Sûriyeyê da destpêkirin. Leşkerên Îsraîlê bi topan êrîşî gundewarê bakurê Quneytrayê kirin û li gundê Arîda xalek kontrolê danîn.
Herwiha artêşa Îsraîlê herêma derdora gundê Tarnaca li gundewarê bakurê Quneytrayê bi topan hedef girt.
Li gorî agahiyan, hêzên Îsraîlê ber bi gundên Meriye û Arîda yên li herêma Hewza Yermûkê li gundewarê rojavayê parêzgeha Derayê ve pêşve çûne.
Yekîneyeke Îsraîlê ku ji sê wesayîtên leşkerî û ekskavatorekê pêk dihat, ket herêmê, xebata çêkirina rêyan kir û li gundê Arîda xalek kontrolê danî.
Piştî hilweşandina rejîma Esed, artêşa Îsraîlê, bi binpêkirina Peymana Veqetandinê ya 1974an, 10 baregeh û xalên leşkerî li parêzgehên Dera û Quneytra yên başûrê Sûriyeyê ava kir.