TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê hisyariyeke tund da Hizbullahê!

Admin H
Nivîskar
📅 08 hezîran 2023 00:06

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant, hişyariyeke tund da Hizbûllaha Lubnanê ku Îran piştevaniya wê dike.

Galland beşdarî tetbîqata leşkerî ya Îsraîlê ku li nêzîkî sînorên Lubnanê birêve diçe bû û li wir bi pilebilindên artêşê re civiya.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlê dema serdana xwe ragihand: “Heger Hizbûllah xetayekê bike û şerê Îsraîlê bide destpêkirin, em ê bi hemû hêza xwe li wan bidin.”

Gallant herwiha diyar kir, Îsraîl dema neçar bibe, dizane bê çawa li dijminê xwe bide û gelê xwe biparêze.

Parve bike: