TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê ji bo Hizbullahê ji Lubnanê alîkarî xwest

Admin H
Nivîskar
📅 22 nîsan 2026 17:30

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar, bi helkefta salvegera 78emîn a damezirandina Îsraîlê, bangeke dîrokî li Hikûmeta Libnanê kir û daxwaz kir ku ji bo rûbirûbûna Hizbulahê alîkariya Îsraîlê bikin.

Saar got ku ev hevkarî ji bo dahatuyeke aştiyane ya her du welatan pêwîstiyek e û wiha pê de çû:

"Ez daxwazê ji Lubnanê dikim ku li dijî wê rêxistina terorîstî ya li ser axa xwe alîkariya me bikin."

Ev daxuyaniya Gideon Saar tenê rojek berî destpêkirina danûstandinên rasterast ên li Washingtonê hat, ku tê de cara yekem e her du welat piştî bi dehan salan li ser maseyekê rûdinin.

Parve bike: