Îsraîlê li Bendera Hudeyde ya Hûsiyan xist
PeyamaKurd – Îsraîlê, piştî hêrişa frokeyên bêmirov ên li dijî Telavîvê, li Bendera Hudeyde ya Hûsiyan a li Deryaya Sor xist.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant di daxuyaniya xwe ya di derbarê hêrişa Îsraîlê ya li dijî Bendera Hudeydeyê de axivî û diyar kir ku ew dixwazin peyamekê bidin Hûsiyan û got: "Niha li Hudeyde şewat heye û ev şewat ji tevahiya Rojhilata Navîn ve tê dîtin. Peyama ku me xwest em bidin Hûsiyan pir zelal e."
Medyaya nêzîkî Hûsiyên ku rejîma Îranê piştgiriya wan dike diyar kir ku di hêrişên Îsraîlê yên roja Şemiyê de 3 kes mirine û 80 kes jî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve Îsraîlê ragihand ku pergala wan a parastina asmanî, vê sibehê frokeyeke bêmirov a ku ji Yemenê ber bi xaka wê ve hatiye, berî ku bikeve qada asmanî ya Îsraîlê xistine xwarê.
Li Bendera Eilat a li Deryaya Sor a Îsraîlê zengilên ji bo egera hêrişê hatin lêdan.