Îsraîlê li hedefên Hizbullahê xist!
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand, li Lubnanê hedefên Hizbullahê ji aliyê balefirên şer ve li hember êrîşên roketî hatin lêdan.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê de hat diyarkirin, di nav hedefên ku hatine xistin de avahiyên leşkerî û xalên Hîzbullahê hene.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, komeke li nav xaka Lubnanê ya nêzî sînor jî bûye hedef.
Ji 8ê Cotmehê ve li ser sînorê Îsraîlê li başûrê Lubnanê di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de pevçûn diqewimin.
Li Lubnanê di şer û pevçûnan de heta niha 63 endamên Hizbullahê û 14 sivîl di nav wan de rojnamevanek û 3 zarok jî hene. Li aliyê Îsraîlê 4 leşker û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha di êrîşa Îsraîlê ya li ser Lubnanê ya bi bombeya fosfora spî de herî kêm 40 hezar darên zeytûnan bi temamî şewitîn.