TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê li Sûriyê bi mosekan li hin xalên leskerî xist

Admin H
Nivîskar
📅 23 sibat 2022 16:15

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê êrîşeke moşekî li dijî hin xalên derdora bajarê Quneytera ya Sûriyê pêk anî.

Li gorî ragihandina ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihandiye ku Îsraîlê îro li demjimêr 00:300 êrîşeke bi moşekan pêk anî û hinek xal li derdora bajarê Quneytera hatin armancgirtin.

Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de ziyanê madî çêbûne, lê behsa kuştî û birîndaran nehat kirin.

Îsraîl di nav hefteyekê de cara duyemîn e ku êrîşîn dibe ser Sûriyê ku 17ê Sibatê jî li başûrê Şamê êrîşeke moşekî hatibû kirin.

Parve bike: