Cîhan
Îsraîlê li Sûriyê êrîs bir ser wesayîteke serkirdeyekî Hizbullahê
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafira bêmirov a Îsraîlê li ser sînorê Sûriye-Lubnanê êrîşek biriye ser wesayîtekê ku tê texmînkirin ew wesayîta Hizbûllaha Lubnanê ye.
Li gorî nûçeya SOHRê wesayît bi du moşekan bûye armanca balafira Îsraîlê ku ew êrîş li dergehê Yabos yê li ser sînorê Sûriyê-Lubnanê hatiye kirin.
Hesabên medya civakî yên nêzî Hizbullahê jî êrîş piştrast kirin û dibêjin, Îsraîl di êrîşa ser berpirsê leşkerî yê Hizbullaha Lubnanê Îmad Karimiî de bi ser neketiye û ji wê êrîşê rizgar bûye.
Li gorî SOHRê di encamê de zirarên mezin çêbûne, lê ta niha derbarê windahiyên canî de tu agahî bi dest neketine.