TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê li Sûriyê otomobîleke Hizbullahê teqand: Kesek hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 29 sibat 2024 22:03
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Îsraîlê îro 29ê Sibatê rojavayê Himsê bombebaran kir û kesek hate kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafireke bêmirov a Îsraîlê otomobîleke Hizbullaha Lubnanê teqandiye.

Li gorî zanyarıyan li gundê Nehriye yê nêzî bajarokê Hoş El Seyd Elî yê li başûrê bajarê Himsê li ser sînorê Sûriye-Lubnanê otomobîleke Hizbullahê hatiye teqandin û di encamê de kesek hatiye kuştin.

Hevdemê gelek teqîn li nêzî Şamê jî çêbûn ku tê gotin, sîstema parastinê ya asmanî bersiv daye êrîşan.
 
Parve bike: