Îsraîlê liv û tevgera xwe ya li Sûriyê zêde kir
PeyamaKurd - Li parêzgehên Quneytra û Deraayê yên li başûrê Sûriyeyê, tevgerên leşkerî û derbasbûna hêzên artêşa Îsraîlê ya nav sînorên herêma bêçek zêde bûn.
Li gorî agahiyên medyaya xwecihî, hêzeke leşkerî ya Îsraîlê bi çend wesayîtan derbasî derdora gola Rûweyhîneyê ya li gundewarê Quneytrayê bûye û li wir hinek tevgerên meydanî pêk anîne.
Di heman demê de leşkerên Îsraîlê li gundê Berîqeyê xaleke kontrolê ya demkî danîne, nasname û wesayîtên welatiyan kontrol kirine.
Herwiha li herêma başûrê Quneytrayê jî 5 wesayîtên leşkerî yên ji cureyê "Hammer" derbasî gundê Resim Senedê bûn û piştî geriyana li derdorê paşve vekişiyan.
Li aliyê din, balafirên bêmirov ên Îsraîlê bi demjimêran li asmanê herêma Hewza Yermûkê ya li gundewarê rojavayê Deraayê firiyan, lê di van firînan de ti êrîş an jî bombebaran nehatin kirin.