Îstîxabarata Ermenistanê: Li Pasinyan sûîqast hat kirin
PeyamaKurd – Li gor ragihandina îstîxbarata Ermenistanê hewl hatiye dayîn ku li Nikol Paşinyan sûîqastê bikin û bikujin lê beşên îstîxbaratê ber lê girtine. Li gor ragihandinê rewş weha bûye:
“Kesekî xwediyê fikrên li dijî hukumetê, bi serokwezîr re di siyaseta derve û ya hundir de weka wî nafikire û li herêma Sunîkê rûdinê yê bi navê A.M. li herêma Qerebaxê ji hebûna sîlihan û muhîmmatan îstîfade kiriye û bi miqdarekî zêde sîlih û cepilxane û hem teqemenî depo kiriye.
Heman kes bo desthilata Ermenistanê bidest bixe li Qerebaxê kes û partiyên li hemberê hukumetê re, bo wan sîlihan bikarbînin, bo jiyana serokwezîr bi awayekî ne qanûnî dawiyê lê bînin û erkên wî bixin destên xwe lihev kirine. Sûcên dê bikirina ji aliyê Serwîsa Ewlariyê ya Netewî de ber li wan hat girtin.”