Îstixbarata NATOyê: Rûsya peyka nukleerî Sputnik-S dişîne fezayê
PeyamaKurd - Li gorî nûçeyên di çapemeniya Almanyayê de hatine belavkirin, dezgehên îstixbaratê yên welatên endamên NATOyê di nav de Rêxistina Îstixbarata Federal a Almanyayê (BND) û Artêşa Almanyayê gihîştin wê encamê ku Rûsya plan dike ku îsal peykeke bi navê Sputnik-S ku çekên nukleerî hildigire bişîne fezayê.
Di nûçeya hevpar a kanala NDR, WDR û rojnameya Süddeutsche Zeitungê de hat îdîakirin ku ev peyk beriya çend salan hatiye sazkirin û li herêma Moskovayê hatiye bicihkirin.
Ev geşedan metirsiya bikaranîna çekên nukleerî li fezayê careke din dixe rojeva cîhanê. Berpirsên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) destnîşan dikin ku Rûsya bi salan e di serî de torên peykan ên Starlinkê yên SpaceX (ku ji aliyê artêşa Ukraynayê ve jî tên bikaranîn), li ser çekekî nukleerî yê ku kare torên peykan ên berfireh tine bike dixebite.
Moskova berê îdîayên Amerîkayê yên derbarê pêşxistina çekekî nukleerî yê ji bo teqandina li fezayê û tunekirina peykên dijmin de red kiribûn.