Cîhan
'Îstixbarata Samê fermandar jî tê de terorîstên DAISê serbest berdan'
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Îstixbarata Hêzên Esmanî ya Sûriyê, hin terorîstên DAIŞê û fermandarên wan serbest berdane.
Li gor nûçeya Syrian Observerê dê milîtanên hatine berdan, êrîşan bibin ser muxalîfên Beşar Esed.
Di nûçeyê de hat gotin, di nav yên hatine berdan de fermandarekî DAIŞê yê berê bi navê Ebu Bera ango Yusuf El Nablusî jî heye ku ew emîrê berê yê herêma Yermukê bûye.
Hat ragihandin ku hejmara DAIŞiyên hatine berdan 30 kes in û endam û fermandarên DAIŞê ne.
Li aliyê din malpera Alsouria Netê ji bo heman nûçeyê got ku yek ji fermandarê sereke yê DAIŞê Mahîr Kanbuş jî hatiye serbest berdan.