TR KU SO
FB X
Cîhan

Îstîxbarata Swêdê operasyona îstîxbarata Rûsyayê pûç kir

Admin H
Nivîskar
📅 11 tebax 2026 13:36

PeyamaKurd - Meqamên ewlehiyê yên Swêdê ragihandin ku wan operasyoneke Rûsyayê ku armanca wê xirabkirina ewlekarî û îtibara Swêd, NATO û Yekîtiya Ewropayê bû, bi serkeftî asteng kirine.

Saziya Îstîxbarat û Ewlehiyê ya Swêdê (Sapo) diyar kir ku ev operasyon ji aliyê Saziya Îstîxbarata Derve ya Rûsyayê (SVR) ve dihat birêvebirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji armancên sereke yên operasyonê komkirina zanyariyan li ser mekanîzmayên biryardanê yên li Swêdê bû, da ku Rûsya bi rêya mijarên krîtîk civakê ber bi dubendiyan ve bibe û piştgiriya Swêdê ya ji bo Ukraynayê û kapasîteya wê ya leşkerî xirab bike.

Sapo’yê da zanîn ku ji bo parastina saziyên krîtîk ên Swêdê û li beramberî van xebatan tedbîrên pêwîst hatine girtin. Saziya ewlehiyê ya Swêdê anî ziman ku wan ji mêj ve agahî di nav hev de kom kirine û tespît kirine ku efserên îstîxbarata Rûsyayê karîne kesekî ku di şandeyeke dîplomatîk a biyanî de dixebitî wekî "sîxur" bikar bînin.

Li gorî nûçeyên di medyaya herêmî de piştî eşkerebûna vê bûyerê du efserên îstîxbarata Rûsyayê ji Swêdê hatin derxistin û sîxurê biyanî jî ji welat derket.

Parve bike: