TR KU SO
FB X
Cîhan

Îstixbarata Swêdê pileya gefa êrîsên terorî bilind kir

Admin H
Nivîskar
📅 18 tebax 2023 00:03

PeyamaKurd – Serokê Saziya Îstixbarata Swêdê (SEPO) Charlotte von Essen ragihand ku piştî bertekên dijî şewitandina Qûranê gefa êrîşên terorî li welêt ji 3 pileyan bo 4an hatiye bilindkirin.

Essen, di civîneke rojnamevanî de diyar kir ku piştî çalakiyên şewitandina Qûranê û protestoyên dijî wê rewşa ewlehiya welêt xirab bûye.

Berpirsê Swêdî ragihand ku loma jî wan li ser ewlehiya welêt biryar daye ku gefa êrîşên terorî ku ji 5 pileyan pêk tê, ji 3yan bo 4an bilind bikin.

Hêjayî gotinê ye, Brîtanyayê jî 12ê Tebaxê hişyarî dabû hemwelatiyên xwe ku ji ber gefa êrîşên terorî serdana Swêdê nekin û dabû zanîn, gelekî muhtemel e li deverên biyanî serdana wan dikin êrîşên terorî pêk werin.

Parve bike: