Cîhan
Îtamar Ben-Gvir gef li Serokwezîr Benjamin Netanyahu xwar
PeyamaKurd – Wezîrê rastgir ê Îsraîlê Îtamar Ben-Gvir gef li Serokwezîr Benjamin Netanyahu xwar.
Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Îtamar Ben-Givir gef li Serokwezîr Benjamin Netanyahu xwar ku ew ê "ji hikûmetê veqetin."
Ben-Gvir diyar kir ku heke bi Hamasê re lihevkirinek "bêfikarane" were kirin ji bo dîl bên vegerandin, ew ê ji hukûmeta Netanyahu veqetin.
Gvir di peyama xwe de wiha got: "Peymanek bêfikarane, fesihkirina hikûmetê ye."
Ben-Gvir jî di dawiya sala borî de li dijî peymanê derketibû û bertek nîşanî Netanyahu dabû.