Cîhan
James Jeffrey bo makezagonê hisyarî da Sûriyê
PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê dewleta Amerîkayê ku ji Sûriyê berpirse James Jeffrey, rejîma Beşer Esed hişyar kir û got: “Eger Esed bo amadekirina makezagonê hevkariyê neke, wê dorpêçên navdewletî deynin ser Sûriyê.”
Jeffrey vê beyana xwe piştî ku bi wezîrên karên derve yê Misir, Fransa, Almanya, Urdun, Îngîltere û Erebistana Sİ’ûdî re hevdîtinan kir, da. Jeffrey behsa halê îdlibê jî kir û got: “ Madem piştî lihevkirina Soçiyê ya di navbera Tirkiye û Rûsya de hatiye rawestandin, di nava xwe de bi xwe mûcîze ye. Berya her tiştî Tirkiye bi paşde gav neavêt. Civaka navdewletî jî bi paşde gav neavêt.”