TR KU SO
FB X
Cîhan

Japonya heya 3 meha nema petrola Îranê dikire

Admin M
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2018 19:01

PeyamaKurd- Îran di mijara firotina petrola xwe de tehdîdên xwe dewam dike lê Japonya li hemberê Amerîkayê nema diber xwe dide û piştî 3 mehan nema ji Îranê petrolê dikire.

Li gor ragihandina weşana Japonî Nikkei Asian Review ê, şîrketên Japonî yên energiyê bi zora Amerîkayê heya meha cotmehê wê têkiliyên xwe bi Îranê re biqedînin.

Japonya bo pêdiviya petrola welatê xwe, xwe amade dike da ji Erebistana Si’ûdî û Emaratan petrolê bikire.

Eger Japonya dewam bike û ji Îranê petrolê bikire dê Amerîka dorpêçê deyne ser Japonya û şîrketên Japonyayê.

Parve bike: